Kurdish World on Facebook

Ensîklopediyeke kurdî

Pêwîstiya ensiklopediyeke kurdî di her warî de xwe dide xuyakirin. Lê amadekirina ensiklopediyan bi hindik kesan û bi razemeniyên biçûk pêk nayê. Ji lew re heta niha ensiklopediyên dîrok, wêje, ziman, teknolojî û hwd bi kurdî û tîpên latînî nehatine weşan. Lê ciwanekî bi navê Erdal Ronahî ku bixwe ne kurd e, niha di vî warî de hewldana herî berfireh li dar dixe.

Erdal Ronahî beşa kurdî ya ensiklopediya Wikipedia koordîne dike. Ji ber ku zimanê malperê jî wergerandiye kurdî, bikarhênerên kurd dikarin di malperê de çewtiyan rast bikin û tiştên kêm lê zêde bikin. Li ser girîngiya ensiklopediya Wikipedia me çend pirs ji Erdal Ronahî pirsîn:

Wikipedia - Tu dikarî xwe bidî naskirin?

Min di sala 1996’an de li Tirkiyeyê dest bi hînbûna zimanê kurdî kir. Vê demê ev wane li Tirkiyeyê ne legal bûn. Lê ez dîsa tevlê bûm. Di wê demê de ew qurs gelekî bi wate bûn. Hîn jî pir girîng in. Îro derfetên me firehtir in, divê ku xebatên me jî firehtir bin. Wê demê ez çend peyvan fêr bûm, îro ez li ser ensîklopediyekê dixebitim. Tekoşîna kurdan ji bo mafên xwe ji bo demeke dirêj bala min kişand. Niha ev têkoşîn hate asteke cuda. Heta niha zimanê kurdî bi mirinê re rû bi rû bû, ew êdî nîn e. Îro êdî mirov dikare biçe qursên kurdî. Lê ev kar bi vî tiştî naqede. Dibêjin "Gelê kurd ne gelê dersxaneyekê ye." Mirov nikare bêje perwerdeya kurdî bi tenê perwerdeya hînbûna zimanê kurdî ye. Divê ji îro pê ve, ji bo di hemû beşên zanistî de perwerdekarî bi kurdî hebe bingeh bête avêtin. Bi taybetî ji bo kurmancî mirov dikare bêje ku di gelek beşên zanistî de nivîs kêm in, heta mirov dikare bibêje ku nîn e. Ji bo soranî rewş hîn çêtir e. Min li baregeha Maxmûrê hin xebat dîtin. Li wir pirtûkên wekî fizîk, matematîk û hwd wergerandibûn kurmancî. Li wir bi rastî jî perwerdehiya kurdî heye. Lê kêmasiya çavkanî û materyalan pir û pir e. Wîkîpedia ensiklopediyek e (Li gorî min gotina Ensîklopedî rastir e, lewre gotin ji yewnanî tê û ji bilî tirkî di hemû zimanan de bi "e"yê dest pê dike.) Û armanca wê ew e ku di her mijarê de agahiyan bide hev, tomar bike û pêşkêş bike.

- Tu dikarî ensiklopediya Wikipedia bi me bidî nasîn? Wîkîpediya çi ye?

Wikipedia Ensiklopedî berhevkirina hemû agahiyan û çapkirina wan a wekî pirtûk e. Aristoteles ji bo xebateke wisa hewl daye. Wî ji bo hezar salan çavkaniyeke pir girîng danî holê. Wekî tê zanîn xwendekarê wekî Îskender jî hewl da ku hemû dinê bi dest bixe. Tê bawerkirin ku li Fransayê tevgera rewşenbîrî bi pareke mezin bi saya amadekarên ensîklopediyan pêk hatiye. Ew jî bû sedema şoreşa Fransayê. Em îro jî li deriyê şoreşekê ne. Zanîn gelekî zêde bû. Wikipedia awayekî nû yê ensiklopediyê ye. Di înternetê de ye û azad e. Êdî sînor ji bo zanînê nîn in. Wekî Larousse û wekî Ana Britanica ne malê weşanxaneyê ye. Malê her kesî ye. Bi her awayî ensiklopediyeke demokratîk e. Kes nikare îdeolojiyeke fermî arasteyî wê bike, bi dewletekê ve jî nayê sînorkirin. Her kes dikare di Wîkîpediya de binivîse, an jî çewtiyên gotaran rast bikin, fireh bikin û li ser gotaran binivîsin. Dikarin li ser wan gotaran guftûgo bikin û pirsan bipirsin. Redaksiyoneke teng jî nîn e. Tu jî dikarî redaksiyona wê bikî, her kes dikare bike. Tiştê ku tu dinivîsî demildest di înternetê de diweşe. Di Wikipedia de guhartinên ku nivîskar pêk tînin, tên şopandin. Çewtiyên bê hemd, an jî hewldanên xirakirin û jêbirinê di cih de tê dîtin û tê serastkirin. Wikipedia heta niha di Înternetê de projeyeke herî serkeftî ye. Ev proje di sala 2001’ê de bi zimanê îngilîzî derkete holê. Bi lezeke pir balkêş ku mirov nikare bawer bike mezin bû. Îro Wikipedia ji 80 zimanî zêdetir heye. Kurdî di nav van zimanan de li gorî mezinahiya xwe di rêza 43’an de ye. Ji bo ku li gorî alfabeya kurdî rastir e, me navê wê wekî "Wîkîpediya" nivîsî. Ji ber ku ensiklopediya Wîkîpediya ev qasî nêzîkî mirovan e û her kes dikare ji her aliyê dinê xwe di demeke kurt de bigihînê, bandoreke mezin ji niha ve li ser pêşerojê dike û jiyana pêşerojê dixe bin bandora xwe û ji niha ve ew çavkaniyeke bê sînor e, ji aliyê gotaran ve jî bi gelek zimanan her dem tê guhartin.

- Bikarhênerên kurd dikarin çawa bibin alîkar? Divê çi bikin?

Dikarin ji gelek aliyen ve bibin alîkar. Pêşî, tu dikarî li ser mijareke ku tu dizanî binivîsî. Ne pêwîst e ku tu mijarê bi her awayî bizanî, divê tu bi qasî ku dizanî bibî alîkar û binivîsî. Dê hinekî din jî binivîsin û mijar temam bibe. Tiştê ku te nivîsiye zanistî ye, an ne zanistî ye, ew ne girîng e. Ya girîng ew e ku tu agahiyê bidî. Der barê helbestvanekî/ê, şehîdekî/ê, şoreşgerekî/ê, zanistekî/ê, nivîskarekî/ê û heta der barê gundê xwe de û der barê dinê de binivîsin û van agahiyan bi mirovan re parve bikin. Ji ber ku çanda nivîskî baş neketiye nav gel, tu dikarî ji kargeha xwe an ji mala xwe bikevî Wîkîpediyayê û ji aliyê ziman ve kêmasiyan serast bikî. Lewre ev ne pirsgirêk e û serastkirin gelekî hêsan e. Heke mijareke te ya amade tune be, tu dikarî ji zimanên din tiştekî wergerînî kurdî û lê bi cih bikî. Niha alîkariya her mezin ew e ku mirov Wîkîpediyayê bi kesên ku kurdî dizanin û hewl didin ku kurdî hîn bibin bide nasîn. Mirov divê daxwazê ji her kesî bike ku tê de binivîse. Emê vê ensîklopediyê bi hev re amade bikin. Bi tenê dirûşmeke Wîkîpediyayê heye, ew jî ev e "Wêrek be!"

- Heta niha çend rûpel û beş hene?

Di beşa kurdî de heta niha ji 800’î bêhtir rûpel hene. Lê ev rewş her roj zêde dibe. Lewre Wîkîpediya her roj mezintir dibe. Niha ev rûpel ji % 98 bi kurmancî ye, ji % 2 jî zazakî ye. Soranî pir hindik e. Bi giştî di hemû zimanan de niha ji 870.000’î bêhtir gotar hene. Wîkîpediya bûye ensiklopediya herî mezin a dinê. Di Wîkîpediyayê de, di beşa kurdî de heta niha beşên ku herî pir hatine xebitandin ziman, wêje, kompûter, teknolojî, bajar û dîrok e. Di warê xwezanasî û civaknasiyê de pir hindik mijar hene.

- Heke kes bixwazin ku vê ensiklopediyê çap bikin, divê çi destûran bistînin?

Dikarin çap bikin, destûr heye. Dikarin bi her armancê bixebitînin. Dikare wan rûpelên ku çap kiriye bifiroşe jî. Lê tu carî nikare ku destûra belaş û serbest a gihîştina Wîkîpediyayê rawestîne. Weşanxaneyek, saziyek, an hinekî din dikarin wê wekî ensiklopediyekê çap bike, belav bike û bifiroşe. Lê kes nikare bibe xwediyê Wikipediayê. Bi navê GFDL ew lîsanseke azad e û nahêle ku kes bibe xwediyê wê. Ji lew re Wikipedia azad e û dê her dem jî azad bimîne. Ew bi rastî jî ensiklopediya gel e. Ango malê gel e.

- Wekî din tu dixwazî çi bêjî?

Wikipedia ji bo gelek zimanên ku hîn ne zimanekî fermî yê dewletekê ne, bûye malpereke gelek girîng. Dikare ji bo kurdî jî risteke (rol) wisa bilîze. Ez hêvî dikim ku dê hejmar û kalîteya gotaran zêde bibe. Bi taybetî jî ji bo soranî ev gelekî pêwîst e. Hingê dê bibe çavkaniyeke girîng a her kesî û dewlemend. Belkî hîn gelek salên din ensiklopediyên kurdî çap nebin, lê di înternetê de hîn ji niha ve heye. Dê her roj mezintir û çêtir bibe û dê bibe ensîklopediya herî mezin a kurdî jî. Malpera ensîklopediya Wîkîpediya: (http://ku.wikipedia.org ) ye.

Hevpeyvîn : Rêzan Tovjîn

Çavkanî : Azadiya Welat | Wîkîpediya kurdî



Lînkên mijarê

Elektronîk
Pirtûkî

Encyclopaedia Britannica
    Encyclopædia Britannica (Îngilîzî)

Larousse Encyclopedia
    Larousse Encyclopedia (Fransizî)